Îran: Hejmara miriyan hezar û 300’î derbas kir

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îravanî DYE û Îsraîlê bi hedefgirtina sivîlan tawanbar kir. Îravanî diyar kir ku nêzîkî 10 hezar warên sivîlan hatine lêdan û hejmara miriyan hezar û 300’î derbas kir.

Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îravanî DYE û Îsraîlê bi hedefgirtina sivîlan tawanbar kir. 

Îravanî diyar kir ku hejmara miriyan hezar 300’î derbas kir û nêzîkî 10 hezar warên sivîlan hedef hatin girtin.

Seîd Îravanî di daxuyaniya li NY’ê de anî ziman ku deverên qerebalix û binesaziya sivîl a krîtîk di êrîşan de hatine hedefgirtin û wan wekî "sûcên tirsnak" bi nav kir.

Îravanî ragihand ku di êrîşan de bi qasî 8,000 xanî, navendên bazirganî, tesîsên tenduristiyê û dermanan, dibistan û saziyên perwerdehiyê di nav de bi tevahî 9 hezar û 669 warên sivîlan sivîlan hatin rûxandin.

Îravanî destnîşan kir ku di şevên 5 û 72’ê Adarê de li Tehran û bajarên din êrîşên dijwar li ser tesîsên depoya sotemeniyê hatine kirin û di encamê de mîqtarek zêde  gemarên xeternak û jehrîn dbelav bêne û xetera nexweşiyên nefesê û qirêjiya jîngehê zêde kiriye.

Îravanî got ku navendên tenduristiyê yên li Tehranê di rewşa hişyariya bilind de ne û ji welatiyan re xwest ku di malên xwe de bimînin.